Li Iraqê operesyoneke leşkerî li dijî DAIŞ'ê dest pê kir
Hêzên Iraqê ragihand ku opresyona "Şêrên Cizîrê " li dijî DAIŞ'ê ji çolistana El-Enbar heta sînorê Sûriyê dest pê kiriye.
Nivîsgeha Çapemeniyê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê got: “Operasyona Şêrên Cizîrê bi rêveberiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş dest pê kir da ku çolistana Cizîrê ya bakurê parêzgeha El-Enbar, başûrê Nînewa û rojavayê Selahaddînê heta sînorê navneteweyî bi Sûriyê re, paqij bikin.”
Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku fermandariyên oparesyonê yên Cizîr, Selahaddîn û rojavayê Nînewayê beşdarî operasyonê dibin.
Di vê navberê de Dayira Polîsê Nînewa şeva borî di daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên polîs karîn ku terorîsteke DAIŞê li devera Heyb El-wehde li aliyê çep ê çemê Diclê li Mûsilê bigire û terorîstekî din jî li devera Mûsil El-Cedîd bigire.
Erkana Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê jî diyar kir ku 3 veşargehên DAIŞê li devera Telkane ya çiyayê El-Ghere ya Kerkûkê ji nav biben di nav van veşargehan de gelek cil û kinc û xwarek û motor sîkletek hatin dîtin.