Serçeteyek DAIŞ’ê hate kuştin û serçeteyekî din jhî hate girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i323706-serçeteyek_daiŞ’ê_hate_kuştin_û_serçeteyekî_din_jhî_hate_girtin
Fermandarê Operasyonên Enbarê Nasir Elxenam ragihand ku berpirsê leşkerî yê çeteyên DAIŞ’ê yê çola Rutbe hate kuştin. Artêşa Iraqê herwiha ragihand ku serçeteyek jî li parêzgeha Selahedînê hate girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 01, 2021 11:43 Asia/Tehran
  • Serçeteyek DAIŞ’ê hate kuştin û serçeteyekî din jhî hate girtin

Fermandarê Operasyonên Enbarê Nasir Elxenam ragihand ku berpirsê leşkerî yê çeteyên DAIŞ’ê yê çola Rutbe hate kuştin. Artêşa Iraqê herwiha ragihand ku serçeteyek jî li parêzgeha Selahedînê hate girtin.

Fermandarê Operasyonên Enbarê Nasir Elxenam eşkere kir ku li herêma Feyze Elxezalan a çola Rutbe 2 çete hatin kuştin.

Fermandarê Operasyonên Enbarê yê Artêşa Iraqê Nasir Elxenam got ku yek ji wan çeteyan, berpirsê leşkerî yê çeteyên DAIŞ’ê yên li Çola Rutbe Mistefa Şetran Elmerewî bû.

Herwiha rêxistina Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê şeva borî (yekşemê) ragihand ku hêzên Iraqê di operasiyona serdagirtinê de li bajarê Şerqatê yê parêzgeha Selahedînê karî ku serçeteyek koma terorîst tesbît û desgîr bikin.