Li sînorê Selahedînê 3 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Sibat 01, 2021 12:28 Asia/Tehran
Li sînorê parêzgeha Selahedînê terorîstên DAIŞê êrîş kirin ser bîra nefta Elas û di encama şer û pevçûna derket de 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Berdevkê rêveberiya polîsê parêzgeha Selahedînê Mihemed Osman îro 01.02.2021ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derengê şeva borî terorîstên DAIŞê li rojhilatê parêzgeha Selahedînê êrîş kirin ser bîra nefta Elas û di encama bersivdana hêzên ewlehiyê de 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û du karmendên polîsê federal ê Iraqê jî birîndar bûn.’’
Herwaha got: ‘’Terorîstên DAIŞê piştî wê êrîşê reviyan û heta vê sibehê jî navçe ji alyê hêzên ewlehiyê ve hat dorpêç kirin.’’