Çile 29, 2021 19:17 Asia/Tehran
  • 22 çeteyên DAIŞê li bakurê Kerkûkê hatin kuştin

Helîkopterên artêşa Iraqê û Hêzên Heşda Şeibiyê 22 çeteyên koma terorîst a DAIŞê li başûrê parêzgeha Kerkûkê kuştin.

Li gorî rapora IRNAyê, Yekîneya Ragihandinê ya Heşda Şeibiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku helîkopterên artêşa Iraqê baregeheke koma terorîst a DAIŞê li navçeya Wadî El-Şay a başûrê Kerkûkê dane ber êrîşê.

Di vê êrîşê da 20 çeteyên DAIŞê hatin kuştin û erebeyek û hejmareke çekên wan hatin jinavbirin.

 

Serepeyv