Teqînek li rojhilatê Bexdayê qewimî
Çile 28, 2021 10:29 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ên iraqî berbanga Pêncşemiyê qala bihîstina dengê teqînê li rojhilatê Bexdayê kiirn.
Li gorî rapora IRNAyê, Kanala telegramê ya Sabirîna Iraqê ya ser bi hêzên berxwedana Iraqê tevî piştrastkirina vê teqînê ragihand ku ev teqîn li nêzikî navçeya El-Muştel a rojhilatê Bexdayê qewimiye.
Vê kanalê tu eşaretek bi hûrgiliyên zêdetir û hejmara kuştî û birîndarên ihtimalî û sebebkarên teqînê nekiriye.
Yekşemiya bihurî jî pakêteke teqînê li nêzikî dûkanekê li rojavayê Bexdayê qewimî.
Ev teqîna sêyem di vê hefteyê da ye.
Pêncşemiya bihurî jî du teqînên xwekujiyê li qada Teyrana navenda Bexdayê qewimîn ku di encamê da 32 kes hatin kuştin û 110 kes birîndar bûn.
Berpirsiyariya van teqînan DAIŞê girte ustiyê xwe.