Şehîdbûna 10 endamên Heşda Şebî di êrîşa DAIŞê ya li ser parêzgeha Salahedîna a Iraqê
Rêxistina "seferberiya gel a Iraqê" (Heşda Şebî) şeva borî diyar kir ku 10 endamên wê di encama êrişa terorîstên DAIŞê ser parêzgeha Selahedînê li bakurê Iraqê şehîd bûne.
Li gor Fars Newsê, Li herêma Eleyis a parêzgeha Selahedînê terorîstên DAIŞ’ê êrişî hêzên Heşdî Şebî kir. Di encamê fermandarek û 9 hêzên din ên Heşdî Şebî hatin şehîd kirin.
Li herêma Eleyis a rojhilatê parêzgeha Selahedînê ku dikeva rojavayê Xurmatû şeva borî terorîstên DAIŞ’ê êrişî Lîwaya 22 ya hêzên Heşdî Şebî kir.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ragihandina Heşdî Şebî, Heşdî Şebî bersiva terorîstên DAIŞ’ê daye û nêzî 2 saetan şer di navbera wan de rû daye.
Li gorî daxuyaniyê, di encama şer de Fermdarê Tabûra 2 ya Lîwaya 22 a Heşdî Şebî Ebû Elya Hisaw û 9 hêzên din ên Heşbî Şebî hatine şehîd kirin û 10 jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de tê gotin ku Heşdî Şebî êrişa DAIŞ’ê şikandine û çekdarên DAIŞ’ê neçar mane ji herêmê birevin.lê belê Kanala Sabirîn Newsê diyar kiriye ku endamên DAIŞê ji aliyê Heşda Şebî dorpêç bûye.
Heşdî Şebî ragihand ku DAIŞ’ê dixwest dest dane li ser baregeha wan, lê êriş hate şikandin û ji herêmê reviyan.