Li Kerkûk û Qereçoxê 7 terorîstên DAIŞ’ê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i323469-li_kerkûk_û_qereçoxê_7_terorîstên_daiŞ’ê_hatin_kuştin
Di operasyona artêşa Iraqê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, li sinorê parêzgeha Kerkûkê û çiyayê Qerçoxê heft çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 24, 2021 04:49 Asia/Tehran
  • Li Kerkûk û Qereçoxê 7 terorîstên DAIŞ’ê hatin kuştin

Di operasyona artêşa Iraqê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, li sinorê parêzgeha Kerkûkê û çiyayê Qerçoxê heft çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Duh artêşa Iraqê li sinorê parêzgeha Kerkûk û çiyayê Qereçoxê operasyona bi navê “Tolhildana şehîdan” li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Ragihandina Asayîşa Iraqê, di operasyonê de li ser zanyariyên artêşa Iraqê, balefirên hêza hevpeyman li rêze çiyayê Qereçox û sinorê parêzgeha Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kir.

Hate gotin di encama êrişê de 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û çar tûnelên wan jî hatin rûxandin.