DAIŞê berpirsyartiya teqînên Bexdayê girt ser xwe
Çile 22, 2021 16:04 Asia/Tehran
Rêxistina terorîst a DAIŞê bi beyanamekê ve berpirsyartiya teqînên Bexdayê girt ser xwe, ku 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetir ji 100 kesan jî birîndar bibûn.
Di daxuyaniya koma terorîst a DAIŞê de hat ragehandin ku çekdarê wan ê bi navê Ebu Yusif Ensarî bi kemera bombebarkirî ve xwe di qada Teyerran de teqandiye û duyem teqîn jî kesê din ê bi navê Mihemed Arif El Muhacirî pêkaniye, ku li heman cîh pêkhatiye.
Teqîn di asta navxwe û navnetewî de gelek bertek li dû xwa anî û gelek welat û kesayetiyan ev teqînên terorîstî şermezar kirin, bi taybetî raydarên dercebilind ên Îranê jî ev cinayet bi tundî şermezar kirin.
Li herêma Kurdistanê jî di asta bilind de teqîn hatin şermezar kirin.