Çile 21, 2021 17:22 Asia/Tehran
  • Îranê teqînên terorîstî yên Bexdayê şermezar kirin

Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê teqînên terorîstî li paytexta Iraqê ku di encamê da hejmareke welatiyên ên iraqî şehîd û birîndar bûn, şermezar kir.

Qada Teyrana navenda Bexdayê îro nîvro bû şehedê du teqînênm xwekujiyê. Di encama van teqînan da li gorî amarta Rêveberiya Berevaniya bajarî ya Iraqê 28 kes mirine û 73 kes jî birîndar bûne.

Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê bi daxuyaniyekê tevî hevxemiya digel malbatên goriyên vê cinayeta terorîstî, jibo birîndaran hêviya şefayê kir.

Di vê daxuyaniyê da her wiha tevî ragihandina piştgiriya ji kiryarên dewletê û rêxistinên dadweriyê yên Iraqê hatiye destnîşankirin: Komara Îslamî ya Îranê weke hertim li ser piştgirîya ji dewletû  gelê Iraqê pêgiriyê dike û amade jibo her cûre alîkariya ihtimalî ye.

Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê hêvî kir, rêxistinên ewlehiyê yên Iraqê herî zûtir sebebkarên sereke yên vê teqînê bigirin û darizînin.

 

Serepeyv