Li Herêma Kesk a Bexdayê rewşa awarte hatiye ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i322769-li_herêma_kesk_a_bexdayê_rewşa_awarte_hatiye_ragihandin
Çavkaniyên iraqî ragihandin ku di devera Kesk a Bexdayê de tedbîrên ewlehiyê hatine berçavgirtin û li vê deverê de rewşa awarte birêve diçe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 01, 2021 09:38 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kesk a Bexdayê rewşa awarte hatiye ragihandin

Çavkaniyên iraqî ragihandin ku di devera Kesk a Bexdayê de tedbîrên ewlehiyê hatine berçavgirtin û li vê deverê de rewşa awarte birêve diçe.

Li gor IRNA, Çavkaniyên iraqî dibêjin, jimareyeke mezin ji hêzên taybet û dezgehên li dijî terorê ji bo girtina pêşiya her êrişekê li herêma kesk a Bexdayê û girtina pêşiya êrişên ser navendên dîplomatîk û xelkê Iraqê ji şeva borî hevdemê despêbûna sala nû ya zayînî , li ser riyên ku dikevin Herêma Kesk postê ligerînê danîne.

Li Bexdayê ji ber gefa komeke terorîstî ya avêtina roketan nav Herêma Kesk a Bexdayê li şeva ser sala nû ya zayînî, Hêzên ewlehiyê ketine rewşa seferberî û rewşa awarte ya ewlehiyê li vê deverê hatiye ragihandin, 

Rewşa niha ku derketiye holê, xelkê Bexdayê nîgeran kiriye û ditirsin şer û pevçûn di navbera komên çekdar û terorîst ji aliyekê hêzên hikûmetê ji aliyê din rewşa Iraqê bi taybet Bexdayê xirab bike.

 Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî  duh ji dezgeh û rêxistina hikûmetê xwest bi odeya Operasiyonê ya hevpar hevkariyê bikin da ku ewlehî vegere welêt û sînorên Iraqê bên parastin û komên terorîst ji nav herin.

Tevî têkçûna DAIŞê  di Teşrîna 2017 de hîn jî hin şaxeyên veşartî yên vê koma terorîst li Iraq û Sûriyê karên terorîstî dikin.