Balyozxana Amerîka ya Iraqê: Balyozxane nehatiye valakirin û balyoz jî li Bexdayê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i322589-balyozxana_amerîka_ya_iraqê_balyozxane_nehatiye_valakirin_û_balyoz_jî_li_bexdayê_ye
Balyozxana Amerîka li Bexdayê ragihand, balyozxane nehatiye valakirin û balyoz hîn li Bexdayê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 25, 2020 18:55 Asia/Tehran
  • Balyozxana Amerîka ya Iraqê: Balyozxane nehatiye valakirin û balyoz jî li Bexdayê ye

Balyozxana Amerîka li Bexdayê ragihand, balyozxane nehatiye valakirin û balyoz hîn li Bexdayê ye.

Ji duhî ve tê gotin ku Amerîka ji tirsa êrişan, balyozxana xwe ya Bexdayê vala kiriye û balyoz jî li wir nemaye.

Li ser van nûçeyan, balyozxana Amerîka îro daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew nûçe û agahî derew in.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, balyozxane nehatiye valakirin û balyoz Matthew Tueller jî li nav balyozxanê de ye.