Du bombe li meydana neftî ya Xebazê li bakurê Iraqê teqiyan
Kanûn 09, 2020 15:49 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan qala teqîna du bombeyan li meydana neftî ya Xebazê li rojavayê Kerkûkê kirin.
Li gorî rapora malpera Shafagh Newsê, Îro çarşemiyê du bombe li meydana neftî ya Xebazê li rojavayê Kerkûkê teqiyane.
Çavkaniyekî ewlehiyê ragihand ku çeteyên DAIŞê ev teqîn pêk anîne û li pey van teqînan agir bi meydana neftî ya Xebazê ketiye û hêzên alîkarîgihan di halê xevakirina êgir in.
Tevî têkçûna DAIŞê di Mijdara 2017an da, hîn jî şaneyên bêdeng ên vê koma têrorîst li hin navçeyên Iraqê carinan êrîşên têrorîstî pêk tînin.