Li Dûbiz 6 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Kanûn 06, 2020 18:56 Asia/Tehran
Li devera Dûbiz ya Kerkûkê di êrişa firokeyên Iraqî de 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Qaymeqamê bajarê Dûbiz, Hesen Ebd Nisêf ji BasNewsê re got, îro firokeyên Iraqî devera Serciwan ya Dûbizê bordûman kirin, ji ber ku çekdarên DAIŞê li wir xwe veşartibûn.
Hesen Ebd Nisêf da zanîn ku di wê êrişê de 6 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.