Terorîstên DAIŞê êrişî gundekî Xaneqînê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321999-terorîstên_daiŞê_êrişî_gundekî_xaneqînê_kirin
Terorîstên DAIŞê êrişî gundekî bajarêr Xaneqînê kirin û du gundî birîndar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 04, 2020 16:37 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞê êrişî gundekî Xaneqînê kirin

Terorîstên DAIŞê êrişî gundekî bajarêr Xaneqînê kirin û du gundî birîndar kirin.

Berpirsê PDKê li nehiya Gulale ya Xaneqînê, Mehmûd Delo ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞê êrişî gundê Ehmed Qadir yê Xaneqînê kirin û du gundî birîndar kirin lê êrişa wan ji aliyê xelkê gund ve hat şikandin.

Mehmûd Delo her wiha got, îşev heta sibê xelkê gundê Ehmed Qadir nobedariya gundê xwe kirin û nehîştin terorîstên DAIŞê êrişî gundê wan bikin.

Qaymeqamê Daqûqê, Loys Xidir jî ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin, ji ber wê jî rêka Daqûq-Xurmatû çend saetan hat girtin.