Mijdar 29, 2020 18:46 Asia/Tehran
  • Operasiyona nû ya hêzên iraqî li Enbarê destpê bû

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê operasiyoneke nû jibo şopandin û girtina bermahiyên koma têrorîst a DAIŞ li parêzgeha Enbarê destpê kir.

Li gorî rapora kanala Sûmiriyê ya Iraqê, Nasir Xenam, Fermandarê Operasiyona Enbarê îro Yekşemiyê got: Ev operasiyona leşkerî ji aliyê rêxistina Tîpa 1, Tîpa Komandoyan, hin yekîneyên eşîrên Enbarê û bi piştgiriya balefirên artêşê li kûrahiya çolistana Retbeya Enbarê cih tê.

Serepeyv