Mijdar 26, 2020 22:55 Asia/Tehran
  • Fuad Husên: Çalakiyên çekdarên DAIŞê zêde bûne

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, çekdarên DAIŞê li çend deverên Iraqê çalakiyên xwe zêde kirine.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên  ku bi serdanekê li Moskowê ye ji ajansa “Novosti” re ragihand, “Bi berawirdkirina bi çend mehên derbasbûyî re, rêxistina terorîstî ya DAIŞ'ê çakakiyên xwe zêde kirine. Agahî li ber destên me hene ku hebûna çekdarên wê rêxistina terorê li hin deverên diyarkirî weke Kerkûk, Enbar, Diyala û hinek deverên Neynewayê hene.”

Wezîrê Derve yê Iraqê got: "Hêzên Iraqê gelek kes bi regeznameyên cuda ji DAIŞ'ê girtin. Di heman demê de rayedarên Iraqê bi hin welatên Ewrupayê re di guftûgoyan de ne, ji bo welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de ne vegerînin.”

Di dawiya 2017'an de Serokwezîrê Iraqê serkeftina bi ser DAIŞ'ê de ragihand, lê heta niha hişyarî derbarê metirsiyên çekdarên DAIŞê tên dayîn û berpirsên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî jî amaje bi metirsiyên wê rêxistinê dikin.

Serepeyv