Li Selahedîn a Iraqê êriş: 3 kes mirin, 8 jî birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321626-li_selahedîn_a_iraqê_êriş_3_kes_mirin_8_jî_birîndar_bûn
Li parêzgeha Selahedîn a bakurê Iraqê êrişeke çekdarî pêk hat, di encamê de 3 kes mirin û 8 jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 22, 2020 07:03 Asia/Tehran
  • Li Selahedîn a Iraqê êriş: 3 kes mirin, 8 jî birîndar bûn

Li parêzgeha Selahedîn a bakurê Iraqê êrişeke çekdarî pêk hat, di encamê de 3 kes mirin û 8 jî birîndar bûn.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Hikumetê ya Iraqê di daxuyaniyekê de got: "Li ser rêya Zewiya Meshek a girêdayê navçeya Bêcî, bombeyek bi erebeyeke Toyota ya sivîlan ve teqiya. Dema ku hêzên ewlekariyê ji navenda polîsan a Meshek û komeke Heşid El-Şabî ji bo rakirina birîndaran berî da cihê teqînê ji aliyê sekvanan ve hatin gullebaran kirin."

Di daxuaniyê de hate gotin: "Di encama êrişê de mîralayek, komserê polîsan ê navenda polîsan a Meshekê, endamekî Heşd El-Şabî şehîd bûn û komserekî polîsan, endamekî Heşd El-Şabî û 3 sivîl ji heman malbatê birîndar bûn."