Koma yekem a hêzên amerîkî jibo derketina ji Iraqê amade bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321616-koma_yekem_a_hêzên_amerîkî_jibo_derketina_ji_iraqê_amade_bûye
Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Iraqê qala amadebûna koma yekem a hêzên amerîkî jibo derketina ji Iraqê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2020 20:42 Asia/Tehran
  • Koma yekem a hêzên amerîkî jibo derketina ji Iraqê amade bûye

Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Iraqê qala amadebûna koma yekem a hêzên amerîkî jibo derketina ji Iraqê kir.

Tehsîn Xefacî, Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Iraqê îro duh Şemiyê di gotûbêja bi Sputnika Rûsiyê ra got: Hêzên amerîkî jibo paşvekişiyan û derketina ji Iraqê amade dibin û li gorî lihevkirina vê dawiyê navbera Amerîka û Iraqê, 500 çekdarên amerîkî di qonaxa yekem da dê ji Iraqê derkevin.

Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Iraqê destnîşan kir: Derketina hêzên amerîkî ji Iraqê di heyameke gelek kurt da û li gorî demajoya lihevkirî navbera du welatan dê pêk were.

Xefacî got: Hêzên mayî li Iraqê, hêzên çekdar û ccengî nînin û bi derketina van hêzan, hejmara giştî ya hêzên amerîkî li Iraqê dê bigihêje 2500 leşkeran.