Çend mûşek li nêzîkî balyozxana Amerîkayê ya Bexdayê ketin
Li Bexdayê, 6 mûşek li nêzîkî balyozxana Amerîka ketin ku dengê teqîna wan li navça Kesk hatiye bihîstin.
Li gor agahiyên berdest li Bexdayê îşev 6 mûşek li nêzîkî balyozxana Amerîka ketin.
Peyamnêrê Rûdaw li Bexdayê da zanîn ku dengê teqînan li navçeya Kesk jî hatiye bihîstin.
Herwiha li gor agahiyên destpêkê zarokek jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûne.
Ev yek di demekê de ye ku Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ragihand ku bi ferman serokomarê wî welatî Donald Trump wan dest bi vekişandina beşekî ji hêzên xwe li Iraqê kiriye û hejmara leşkerên xwe bo 2500 hezaran kêm dikin.
Pentagon dibêje ku biryara vekişandina hêzên wan, bi fermana serokê Amerîka Donald Trump, û bi şêwira li gel serokê Dezgeha Asayîşa Niştimanî û fermandeyên leşkerî bûye û ewê di saetên bên de, dest bi vekişandina beşek ji hêzên xwe ji Iraqê bikin.
Bi gotina Pentagonê, ku ew hêzên xwe li Iraqê ji 3200 heta 2500 leşkerî kêm dikin, herweha ewê hêzên xwe li Efxanistanê jî ji 5000 heta 2500 leşkerî kêm bikin.
Wezareta berevaniya Amerîkayê herwiha gotiye ku biryara kêmkirina hêzên wan heta 15ê Çileya 2021an bi tevahî tê cîbicîkirin.