Sê hezar hêzên amerîkî li Iraqê hene
Mijdar 15, 2020 17:48 Asia/Tehran
Berdevkê hevpeymaniya navneteweyî ya qaşo dijî DAIŞ tevî dijayetiya gel û rayedarên iraqî digel dewama hebûna Amerîkayê li wî welatî qala hebûna sê hezar çekdarên vê hevpeymanê li Iraqê kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Wayne marto, Berdevkê hevpeymaniya navneteweyî ya qaşo dijî DAIŞ bi serokatiya Amerîkayê îro Yekşemiyê got: Ev sê hezar çekdarên amerîkî li baregeh û navçeyên cûrbecûr ên Iraqê bi cih bûne.
Marto tevî mukurhatinan derbarê şiyana zêde ya hêzên iraqî û serketinên wan ên mezin li hemberî çeteyên DAIŞê îdia kir: Bicihbûna dubare ya hêzên Berdevkê hevpeymaniya navneteweyî ya qaşo dijî DAIŞ jibo radestkirina hin baregehan bo aliyê iraqî pêk hatiye.