Li Giwêr û Mexmûrê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321275-li_giwêr_û_mexmûrê_10_çekdarên_daiŞê_hatin_kuştin
Fermandarê Mîhwera Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî ragihand; di encama bombebarana firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li sînorê Giwêr û Mexmûrê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 10, 2020 20:48 Asia/Tehran
  • Li Giwêr û Mexmûrê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Fermandarê Mîhwera Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî ragihand; di encama bombebarana firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li sînorê Giwêr û Mexmûrê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Sîrwan Barzanî ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew çekdarên DAIŞê li deverên navbera hêzên Iraqî û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, xwe veşartibûn.

Fermandarê Mîhwera Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî herwiha eşkere kir: “Di du rojên derbasbûyî de ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve bombebaranên sift li wan deveran hatin kirin û hejmarek tunel û şikeftên xweveşartinê yên wan çekdaran hatin xerakirin.”