Mijdar 11, 2020 00:18 Asia/Tehran
  • Li Giwêr û Mexmûrê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Fermandarê Mîhwera Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî ragihand; di encama bombebarana firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li sînorê Giwêr û Mexmûrê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Sîrwan Barzanî ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew çekdarên DAIŞê li deverên navbera hêzên Iraqî û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, xwe veşartibûn.

Fermandarê Mîhwera Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî herwiha eşkere kir: “Di du rojên derbasbûyî de ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve bombebaranên sift li wan deveran hatin kirin û hejmarek tunel û şikeftên xweveşartinê yên wan çekdaran hatin xerakirin.”

Serepeyv