Terorîstên DAIŞê li Selahedîn êrişî hêzên Iraqî kirin
Mijdar 04, 2020 15:25 Asia/Tehran
Terorîstên DAIŞê li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê êrişî polîsên Iraqî kirin û herî kêm yek kuştin.
Çavkaniyekî ewlehiyê li parêzgeha Selahedîn ragihandiye, duh êvarê komek terorîstên DAIŞê êrişî hêzên polîs yên li nahiya Yesreb li başûrê parêzgehê kirin.
Li gorî agahiyên wî jêderî, di wê êrişê de polîsek hat kuştin û çend polîs jî birîndar bûn.