Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê bi tawana Gendeliyê hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321031-Şêwirmendê_serokwezîrê_iraqê_bi_tawana_gendeliyê_hat_girtin
Konseya bilind a Dadweriyê ya Iraqê qala girtina Şêwirmendê serokwezîrê vî welatî bi tawana wergirtin û dayîna rişwetê û gendeliya îdarî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 03, 2020 17:04 Asia/Tehran
  • Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê bi tawana Gendeliyê hat girtin

Konseya bilind a Dadweriyê ya Iraqê qala girtina Şêwirmendê serokwezîrê vî welatî bi tawana wergirtin û dayîna rişwetê û gendeliya îdarî kir.

Li gorî rapora Russia Today a Erebî, Konseya Bilind a Dadweriyê ya Iraqê îro Sêşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, li gorî giliyên raberkirî bo Komîsiyona Lêkolînên hertimî li dijî Reid Muhsin Xazî Şebîb Haris, Şêwirmendê Mustefa Kazimî serokwezîrê Iraqê, vê konseyê hukmê girtina wî daye.

Li gorî rapora Komîteya Rastiyê ya Parlimana Iraqê, di dema çalakiya Reid Haris wek nûner û Şêwirmend di Wezareta elektrîkê da, wî nêzikî 50 miliyon dolar jibo girêbest û danûstandinan pere mesref kiriye, lê vê mesrefê tu emcamek jibo rewşa karesat a niha ya elektrîkê li Iraqê tunebûye.