Di êrişeke DAIŞ`ê de li Iraqê 4 polîs hatin kuştin
Cotmeh 07, 2020 09:10 Asia/Tehran
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê duh ragihand ku di encama êrişa terorîstên DAIŞ`ê de li bakurê Iraqê 4 polîsên federal hatine kuştin.
Di daxuyaniya şaneyê de ev tişt hate gotin: "Di encama gulleberdana çeteyên DAIŞ`ê de roja duşemê, 4 endamên hêzên polîsên federal hatin kuştin, 2 efser û 2 endamên din jî birîndar bûn."
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Hêza ku hatiye hedefgirtin, Foca Duyemîn a Tugeya 12’an a Polîsên Federal a li eyaleta Hiwêce li parêzegeha Kerkûkê ye."
Ji destpêka îsal ve, li gel zêdebûna asta êrişên komên çekdar ku guman pê hene girêdayî koma terorîstî ya DAIŞ`ê ne, hêzên Iraqê operasyonên lêgerînê û serdegirtinê li dijî şaneyên DAIŞ`ê didomîne, nexasim li Kerkûk, Selahaddîn û Diyalayê.