Balafirgeha Bexdayê careke din bi mûşekan hate hedefgirtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i320131-balafirgeha_bexdayê_careke_din_bi_mûşekan_hate_hedefgirtin
Dezgehên çapemeniyê yên Iraqê diyar kirin ku duh derengiya şevê herêmên nêzî balafirgeha Bexdayê ya navneteweyî hatin hedefgirtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 05, 2020 07:48 Asia/Tehran
  • Balafirgeha Bexdayê careke din bi mûşekan hate hedefgirtin

Dezgehên çapemeniyê yên Iraqê diyar kirin ku duh derengiya şevê herêmên nêzî balafirgeha Bexdayê ya navneteweyî hatin hedefgirtin.

Çavkaniyekî ewlekariyê ya Iraqê ji Sumariya News re ragihand ku duh derengiya şevê 2 mûşek li nêzî balafirgeha Bexdayê ya navneteweyî ketin.

Duşema derbasbûyî di encama ketina mûşekeke katyûşa li ser malekê ya herêma El-Ridwaniyê li nêzî balafirgeha Bexdayê de 5 kes mirin û çend kes jî birîndar bûn.

Beriya bi demekê Washingtonê gef li hikumeta Iraqê xwar ku ew ê balyozxana xwe bigir, ji ber ku hikumeta Iraqê nikare derdora balyozxanê û şandeyên dîplomatîk ji êrişan biparêze.