Cotmeh 03, 2020 21:00 Asia/Tehran
  • Iraq- 49 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kir 3 hezar û 672 kesên din bi Koronayê ketine û 49 kesên din jî bi Koronayê mirine.

Îro roja şemiyê 03.10.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê heyamên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kir di heyema 24 saetên dawî de 3 hezar û 672 kesên din bi Koronayê ketine û 3 hezar û 861 kes jî baş bûne û 49 kes jî bi Koronayê mirine.

Heta niha li seranserî Iraqê 375 hezar û 931 kes bi nexweşiya Koronayê ketine. Herwiha 303 hezar û 665 kes baş bûne û 9 hezar û 347 kes jî bi Koronayê mirine.

Serepeyv