Li Uzêm 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i320077-li_uzêm_2_çekdarên_daiŞê_hatin_kuştin
Li sînorê deşta Uzêm a hemsînorê deşta Qeretepe ya ser bi bajarê Xaneqînê, 2 çekdarên DAIŞ hatin kuştin û 20 binke û cîhên wan jî hatin jinavbirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 03, 2020 16:24 Asia/Tehran
  • Li Uzêm 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li sînorê deşta Uzêm a hemsînorê deşta Qeretepe ya ser bi bajarê Xaneqînê, 2 çekdarên DAIŞ hatin kuştin û 20 binke û cîhên wan jî hatin jinavbirin.

Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemd ji basnewsê re ragehand: ‘’Îro 03.10.2020ê di encama bombebarana pêgeh û binkeyên terorîstên DAIŞê de li deşta Uzêm a bakurê Diyale, 2 çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin û 20 binke û baregehên wan jî hatin jinavbirin.

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir, terorîstên DAIŞê binke û baregehên xwe nêzîk zevî, bax û bostanên cotyaran çêkiribûn.

Berdevkê polîsê Diyale aşkera kir, dezgayê dije teror a Iraqê û balefirên Iraqê û hêzên hevpeyman ew helmet li gel yek li ser terorîstên DAIŞê pêkanîn.