Cotmeh 01, 2020 21:18 Asia/Tehran
  • Iraq – Karwanê Hêzên Hevpeyman li parêzgeha Babilê rastî êrîşê hat

Îro 01.10.2020ê li parêzgeha Babilê bi mûşekê êrîş li ser karwanekî Hêzên Hevpeymaniya qaşo dijî rêxistina terorîst a DAIŞê pêkhat.

Çapemeniya Iraqê ragehand, karwanê lojîstîka hêzên hevpeyman li sînorê parêzgeha Babilê bû armanca êrîşa mûşekên katûşayê û ti ziyanek çênebûye.

Çend meheke êrîşên li hember hêzên hevpeyman, balyozxana Amerîkayê û balefirgeha navnetewî ya Bexdayê zêde bûne û heta naha hikûmeta Iraqê nekariye wan êrîşan rawestîne û hember aliyên êrîşkar pêngavekî bavêje.

Her wek êrişên berê vê carê jî ti grûpek ev êrişa negirtiye ustiyê xwe û bi tenê hin alî an medya bê heger û bê şahidî hin aliyên Heşda Şebî tometbar dikin.

Serepeyv