Îlon 07, 2020 11:32 Asia/Tehran
  • Bexda- 3 endamên DAIŞê hatin desteserkirin

3 endamên rêxistina DAIŞê li bajarê Bexdayê ji aliyê îstixbarata Iraqê ve hatin desterkirin.

Ajansa Îstixbarata Iraqê ragihand; duh roja yekşemê 6ê Îlona 2020an, 21 kesên daxwazkirî hatin desteserkirin ku ji wan 3 kes endamên rêxistina terorîstî ya DAIŞê ne.

Hat ragihandin; desteserkiriyên DAIŞê ji ber hebûna peywendiyên wan bi wê rêxistinê ve, li gor madeya 4 a yasaya terorê hatine girtin û dê werin darizandin.

Herwiha di daxuyaniya îstixbarata Iraqê de hatiye eşkerekirin ku hêzên wan li çend deverên cuda yên bajarê Bexdayê, ew kes desteser kirine.

Serepeyv