Tebax 29, 2020 13:38 Asia/Tehran
  • Heşda Şebî ya Iraqê du êrişên koma terorîst a DAIŞê bê encam kirin

Hêzên Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê şeva borî hewldana terorîstên DAIŞê ji bo êrişa ser devereke parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê û herwiha ji bo kontrolkirina riya Bexda-Kerkûkê bê encam kir.

Li gor ajansa Tesnîmê, Heşda Şebî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku hêzên vê rêxistina gelanî êrişa terorîstên DAIŞê  ser bajarê Xaneqînê li parêzgeha Diyalê bê encam kir û terorîst neçar kirin ku birevin.

Heşda Şebî herwiha hewla terorîstên DAIŞê ji bo kontrola riya Bexda-Kerkûkê bê encam kirin.

Herçend koma terorîst a DAIŞê li Iraq û Kerkûkê têk çûye, lê hîn hin deste û komên veşartî yên vê komê her dem ku ji wan re derfet çê bibe ji veşargehên xwe derdikevin û êrişî ser deverên curbicur dikin. 

Serepeyv