Li bakurê Iraqê 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i318790-li_bakurê_iraqê_12_terorîstên_daiŞê_hatin_kuştin
Balefirên leşkerî yên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Neynuwayê ji wan li Çiyayê Qereçûxê operasyonek encam dan û di operasyonê de 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 19, 2020 13:05 Asia/Tehran
  • Li bakurê Iraqê 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Balefirên leşkerî yên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Neynuwayê ji wan li Çiyayê Qereçûxê operasyonek encam dan û di operasyonê de 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Emîd Yehya Resûl, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî yên Iraqê şeva din (sêşem, 18ê Tebaxa 2020an) ragihand: “Yekîneyên Dije-Teror ên Iraqê bi piştgiriya balefirên leşkerî yên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke leşkerî li Çiyayê Qereçûxê yê li Mexmûrê encam dan û 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”

Wî herwiha got ku 9 weşarteghên terorîstan û embar û depoyên wan ên xwarek û çekan jî îmha bûn.