Tebax 12, 2020 18:31 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê êrişa dewleta Tirkiyê şermezar kir

Berdevkê giştî yê artêşa Iraqê Yehya Resûl bombebarana dewleta Tirkiyê ya li ser herêma Sîdekanê ku di encama wê de fermandarên artêşa Iraqê hatin kuştin, şermezar kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Berdevkê giştî yê artêşa Iraqê Yehya Resûl bi daxuyaniyekê wiha got: "Di encama binpêkirinê de fermandarê lîwaya duyemîn a herêma yekemîn di fermandariya Hêzên Pasevanên Sînor de û fermandarên Foca 3`yemîn, her wiha fermandarên foca yekemîn, serbazên îstixbaratan û du endamên wan, şehîd bûn."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşker ji bo operasyoneke keşfê li herêma Sîdekanê bûn, ew herêm dikeve nava xaka Iraqê û 4 km dûrî sînorê Tirkiyê ye.

Yehya Resûl bang li hêzên dewleta Tirkiyê kir ku encamên sûcên hatine kirin eşkere bike, hesab ji sûcdaran bixwazin da ku parastina têkiliyên di navbera her du welatan de bike ku Iraq her tim parastina wê dike.

Yehya Resûl wiha axivî: "Di demeke berê de me hişyarî ji ber berdewama binpêkirinên dewleta Tirkiyê ên li ser xaka Iraqê da. Xwîna gelê Iraqê giranbuha ye û kesên ku xwîna iraqiyan birijînin, wan efû nakin."

 

 

 

Serepeyv