Bombeyek di nav karwanekî hêzên hevpeyman de li Bexdayê hat teqandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i318554-bombeyek_di_nav_karwanekî_hêzên_hevpeyman_de_li_bexdayê_hat_teqandin
 Bombeyekî çandî li Bexdayê paytexta Iraqê di nav karwanekî hêzên hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de hat teqandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 11, 2020 16:51 Asia/Tehran
  • Bombeyek di nav karwanekî hêzên hevpeyman de li Bexdayê hat teqandin

 Bombeyekî çandî li Bexdayê paytexta Iraqê di nav karwanekî hêzên hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de hat teqandin.

Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê ragehand, îro 11.08.2020ê piştî nîvro bombeyekî çandî li navçeya Tacî ya li bakurê Bexdayê bi karwanekî hêzên hevpeyman de hat teqandin.

Teqîna bombeyê bû sedemê şewata kabîneyekî ku li ser kamyonekî barhelgir ya hêzên hevpeyman bû, lê nehate zanîn gelo ziyanên canî yên bûyerê heye yan na û ti daxuyaniyek di vê derbarê de nehate dayîn.