Dijeterora Iraqê navê cîhê manê yê DAIŞê aşkera dike
Tebax 09, 2020 14:06 Asia/Tehran
Fermandariya Dijeterora Iraqê cîhê man û kiryarên terorîstî yên rêxistina terorîst a DAIŞê aşkera dike.
Fermandarê dijeterora Iraqê Ebdulwehab Saidî ji kanaleke televizyona Iraqê re ragehand, çekdarên DAIŞê xwe di dol û zincîre çiyayên derdora Bexda, Diyale û Kerkûkê veşartine.
Ebdulwehab Saidî got, hêzên wan niha li du cîhan kiryarên leşkerî li dijî DAIŞê encam didin, ew jî waha ne:
- Navçeyên navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê
- Derdora Xaneqînê, ji ber nebûna bombebarana esmanî li wê navçeyê, DAIŞê dest bi kriyarên terorîstî kiriye li wê deverê.