Tebax 08, 2020 09:52 Asia/Tehran
  • Têrorîstê ku 150 iraqî kuştin hat girtin

Rêxistina Istixbarata Iraqê qala girtina têrorîstekî kir ku 150 iraqî kuştine.

Li gorî rapora IRNAyê, Rêxistina Istixbarata Iraqê Îniyê bi şev bi daxuyaniyekê ragihand ku têrorîstê ku erebeya bombebarkirî li bazara bajarê Xan Benî Esed li başûrê parêzgeha Diyaleyê teqand û di encamê da 150 kesan canê xwe ji dest dan, hat girtin.

Li gorî vê daxuyaniyê, vî têrorîstî itiraf kiriye ku sûc pêk aniye û jibo kemilîna lêkolînan radestî Saziya Dadweriyê ya Iraqê hatiye kirin.

 

 

Serepeyv