Tebax 07, 2020 15:20 Asia/Tehran
  • DAIŞê li Xaneqînê êrîşî hêzên Iraqê kir: 5 kuştî û birîndar hene

Çeteyên DAIŞê li sînorê Xaneqînê êrîşî hêzên Iraqê kirin û serbazekî Iraqê kuştin û 4 serbaz jî birîndar kirin.

Êrîş şeva bihorî 6ê Tebaxê li gundê Şêrkê û derdora demjimêr 20:28 çê bûye û hejmarek çeteyên DAIŞê êrîşî ser hêzeke artêşa Iraqê kirine.

Fermandarê Fewca 2 a Lîwaya 3 a Bejayî ya artêşa Iraqê, Rayid Celîl Fayeq derbarê êrîşê de ji Rûdawê re ragihand: “Hejmarek çekdarên DAIŞê li nêzîk gundê Şêrkê yê ser bi bajarokê Koksê di kêmrayên çavdêriyê de hatibûn dîtin, lewma hêzek bi çar otomobîlên Hummer li pey wan çekdaran diçin.”

Celîl Fayeq got, hêzên ewlehiyê du demjimêran li pey çekdarên DAIŞê digerin lê wan nabînin û ti bûyereke teqekirinê jî çênabe, lê di dema vegerê de çekdarên DAIŞê êrîşî baregeha Fewca 2 dikin û şer di navbera herdu aliyan de çê dibe.

Wî fermandarê Iraqî destnîşan kiriye, “di encama pevçûnan de serbazek hat kuştin û 4 serbaz jî birîndar bûne.”

Gundê Şêrk dikeve ser Çemê Sîrwanê û ji aliyê îdarî ve ser bi bajarokê Koks a qezaya Kifriyê ve ye.

Serepeyv