Tîrmeh 26, 2020 16:01 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê li rojhilatê Bexdayê li hember DAIŞê dest bi operasyonekê kir

Artêşa Iraqê li hember çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê li bakurê rojhilatê Bexdayê dest bi operasyonekî kir.

Fermandariya operasyonên hevbeş ên artêşa Iraqê di beyanameyekê de ragehand, îro 26 Tîrmeha 2020ê serê sibehê ji sê milan anku ji sê baskan ve li sînorê parêzgeha Diyale destpê kiriye.

Operasyon bi navê qonaxa sêyem a ‘’Pehlewanên Iraqê’’ birêve diçe û li hember çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê tê kirin, ku berdewam li wan navçeyan kiryarên terorîstî pêktînin.

Serepeyv