Hezîran 02, 2020 21:25 Asia/Tehran
  • Di 24 saetan de 519 kes li Iraqê bi virûsê ketin

Wezareta Tendirustî ya Iraqê bi daxuyaniyek eşkere kir di nava 24 saetên dawî de 12 hezar û 463 testên virûsê pêk hatin ku di encama testan de derket ku 519 kes bi virûsê ketine û 20 kes jî mirine.

Wezareta Tendirustî ya Iraqê têkildarî agahiyên 24 saetên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di nava 24 saetên dawî de 12 hezar û 463 testên virûsê hatin encam dan ku di encama testan de derket holê ku 519 kes bi virûsê ketine. Ji vana 350 kes li Bexdayê  ne.

Her wiha hate gotin di nava 24 saetên dawî de 233 nexweş baş bûne û 20 nexweş jî mirine.

Li gorî vê hejmara kesên ku heya niha li Iraqê bi virûsê  ketine bû 7 hezar û 387, yên baş bûne bû 3 hezar û 508, yên mirine jî bû 235 kes.