Serma çeka Rejîma Siyonîst li himber filistîniyan
Zêrevana Mafên Mirovan dibêje ku Rejîma Siyonîst sermayê wek çekê li himber gelê Xezzeyê bi kar tîne.
Xezze di halekî da dikeve demsala sermayê ku hewcedarî bi derdora 200 hezar kon û milyonek betanî ye, lê sînordarkirinên giran ên Rejîma Siyonîst pêşîya derbasbûna van alavan digirin. Baranên giran ên rojên raborî bûn sedema avgirtina kampên awareyan û zîyandîtina hezaran konan. Zêrevana Mafên Mirovan tevî amajeya bi astengîderxistinên Rejîma Siyonîst bo derbasbûna alav û kelûpelên avahîsazîyê, ew wek amûrek ji bo berdewambûna qeyrana mirovî li Xezzeyê bi nav kir. Zêrevana Mafên Mirovan ragihand ku piştî jinavbirina sedî 93ê binesaziyên rêjav û valakirina ava baranê li Xezzeyê, û herikîna lehîyê li vê navçeyê, Rejîma Siyonîst di çarçova jînosayda berdewam da rewşeke debarî ya dijwar çêkirîye. NYyê ragihand ku zarokek ji ber avgirtina konan noqim bûye û sê zarok digel herî kêm jinekê, piştî hilweşîna girekî xîzê li ser konên wan, şehîd bûne. Ajansa Alîkarîgihandin û Karpeydakirinê ya NY bo Awareyên Filistînî (UNRWA) jî ragihand: Baranên guj li navçeyên cûrbicûr ên Zîvala Xezzeyê, kon û navendên cîwarê awareyan xistine bin avê û zêdetirî 2 hezar malbatên aware li 113 navendên cîwarbûnê xistine bin bandorê.