Kanûn 14, 2019 07:45 Asia/Tehran
  • Bereyqa Hikmeya Netewî ya Iraqê mercê piştgirîya ji berbijarê Serokwezîrtîyê ragihand

Parlimanterekî Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê mercê vê Fraksyonê jibo piştgirîya ji berbijarê Serokwezîrtîyê ragihand.

Hesen Fedem Parlimanterê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê ragihand: Bereya Hikmeya Netewî pişta tu berbijarekî posta serokwezîrtîyê nagire îla ku serbixwe û bi dilê welatîyên iraqî be.

Fedem herwiha got: Fraksyona Hikmeya Netewî ya Iraqê pişkeke Fraksyoneke mezintir nîne belkî xwe Fraksyoneke serbixwe tê hesêb.

Berî vîya Seyîd Emmar Hekîm Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê pêgirî ser pêwîstîya bijartina kesekî serbixwe jibo posta Serokwezîrtîya welatê xwe kiribû.

Ligorî qanûnê Serokomarê Iraqê Berhem Salih 15 roj mecal heye ku berbijarê Serokwezîrtîyê bide nasandinê ku ew mecala îro bidawî dibe.