Moleta parlemanê bo Berhem Salih bi tenê şeş rojên wê mane
Kanûn 11, 2019 17:26 Asia/Tehran
Moleta ku parlemana Iraqê ji serokkomar re dabû ku bijardetê serokwezîrê nû pêşkêşî parlemanê bike, bi tenê şeş rojên wê mane.
Parlemana Iraqê bi fermî daxwaz ji Berhem Salih serokkomarê Iraqê kir ku li mideha 15 rojan de kandîdê posta serokwezîrtiya nû ya Iraqê pêşkêşî parlemanê bike, lê belê heta vê kêliyê aliyên siyasî ser vê meselê li hev nekirine, tevî ku neraziyên li kolanan bi serokatiya hevpeymaniya Sairûnê bi serokatiya Muqteda Sedr, pêşiya vê hevhatinê digrin.
Heta niha jî diyar nîne ku serokwezîrê nû dê li vê midehê bê kivşkirin angu eva dê bibe qeyrenake nû bo Iraqê.