Gergî'an; Rêûrismek li nav xelkê Xûzistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/galerî-i353807-gergî'an_rêûrismek_li_nav_xelkê_xûzistanê
Gergî'an an jî Qerqî'an kevneşopiyek e ku her sal di nîveka meha pîroz a Remezanê da li nav zarokên welatên dorhêla Kendava Farsê tê lidarxistin. Ev rêûrism li her welatekî bi navekî taybet hatiye binavkirin, lê pênase û şêwazên bicihanîna wê gelekî dişibin hev. Li Îranê ev cejn bi taybet li nav xelkê Xûzistanê bi navê Gergî'an an jî Qerqî'an tê naskirin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Adar 16, 2025 11:37 Asia/Tehran
  • Gergî'an; Rêûrismek li nav xelkê Xûzistanê

Gergî'an an jî Qerqî'an kevneşopiyek e ku her sal di nîveka meha pîroz a Remezanê da li nav zarokên welatên dorhêla Kendava Farsê tê lidarxistin. Ev rêûrism li her welatekî bi navekî taybet hatiye binavkirin, lê pênase û şêwazên bicihanîna wê gelekî dişibin hev. Li Îranê ev cejn bi taybet li nav xelkê Xûzistanê bi navê Gergî'an an jî Qerqî'an tê naskirin.

Di roja yekem a lidarxistina vê rêûrismê da zarok û nûciwan diçine nav kolanan, du kevirên biçûk digirin destê xwe û bi lihevxistina wan, helbestên taybetî vê rêûrismê dixwînin. Hevdem ku zarok helbestan dixwînin, li deriyê malan didin û niştecihên malê jî telîsa zarokan bi şîraniyên xwecihî tijî dikin.