Cotmeh 21, 2024 16:08 Asia/Tehran
  • Şehîd Yehya Sênwar; Rêberê Tevgera Hemasê û Mîmarê operasyona mezin a Bahoza Eqsayê

Yehya Îbrahîm Sênwar ji kesayetên herî nasyar ên tevgera Hemasê bû ku bi bawera karzanan xwedî kulmeke hesinî bû û guherînên mezin pêk dianî.

Ew di Cotmeha 1962an li kampa awareyên filistînî li Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezzeyê li malbatekê ji dayîk bû ku li pey karesata nekbetê di sala 1948an da neçar bûbû mal û warê xwe li Eşkelonê biterikîne. Sênwar ku di Zimanê Erebî da pispor bû û Zimanê Ibrî jî dizanî, li Zanîngeha Îslamî ya Xezzeyê heta asta Mastera Lêkolînên Zimanê Erebî perwerdehî wergirt. Damezirînerê Saziya Ewlehiyê ya Hemasê ku ji temenê 19 saliyê va bi caran ji ber çalakiyên xwe yên dijî dagirkeriyê ji aliyê Rejîma Siyonîst va hatibû desteserkirin û zîndanîkirin, di destpêka dehsaliya 1980î da jî bi caran ji ber beşdariya di çalakiyên dijî dagirkeriyê li Zanîngeha Îslamî ya Xezzeyê hat desteserkirin.

Ew di sala 1989an da careke din ji aliyê Rejîma Siyonîst va hat desteserkirin û hikmê zîndanîya hetahetayê lê hat birrîn û 23 salan ji temenê xwe li zîndanê derbas kir.

Sênwar sala 2011an yek ji hezar û 27 kesan bû ku di çarçoveya lihevkirinnameya pevguhertina hêsîran digel Rejîma Siyonîst hat azadkirin. Ev kesayetê binavûdeng ê Berxwedana Filistînê sala 2011an piştî azadbûna ji zîndana Rejîma Siyonîst zewicî û sê zarokên wî hene.

Di dawî da Rejîma Siyonîst di 16ê Cotmeha 2024an da di operasyonekê da avahiyek kir armanc ku Yehya Sênwar jî tê da bû û bi vî awayî ew şehîd bû.

Serepeyv