Kanûn 30, 2025 13:52 Asia/Tehran
  • 25 filistînî ji ber serma û seqemê li Xezzeyê şehîd bûn

Rêxistina Berevaniya sîvîl a Xezzeyê ragehandiye ku 25 kesî li Filistînê ji ber baranan û sirr u seqemê di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane ku 6 ji wan zarok in.

Mehmûd Besel, Berdevkê Rêxistina Berevaniya Sivîl a Xezzeyê ragehand ku hejmara şehîdên filistînî  ji wna 6 zarokên ku ji ber baranîna û sermaya giran di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane rabûye 25 kesan. Mehmûd Besel her wiha got ku sedî 90ê konên penaneran ji ber barana giran û bayê kurr hilweşîyane yan di bin avê de mane û bi hezaran malbatên filistînî sitara demkî û heyîtiyên xwe yên mîna kinc,betenî û doşek ji dest dane. Besel bal kişand  ser alozbûna rewşa mirovî li Xezzeyê û Rexê Rojavaya Çemê Urdinê û ji civaka navneteweyî xwest bi awayekî cidî bikeve dewrê û alîkariyên bilez ên mirovî amade bike û derbarê jinûve avakirin u dabînkirina xanîberên êmin jibo parastian rûmet û canê filistîniyan bikeve dewrê. Wî hişyarî da ku  dewama barînan diqewime ku bibe sedem mirovên zêdetir jiyana xwe ji dest bidin ji ber ku penaber di nav konên  xerabûyî û avahiyên kavilbûyî de dîjîn.

Serepeyv