Cejna kotayîhatina dersa 168 pizişkan li Xezzeyê di nav Xwîn û Xopanê de
Di dîmena ku biryar û îradeya gelê Xezzeyê nîşan dida, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê merasima kutabûna dersa 168 pizîşkan ku karîbûn belgenameya dersa doktoriya filistînî werbigrin li komavahiya Şifayê li rojavayê bajarê Xezzeyê li dar xist.
Pizişkên filistînî di vê mrasimê de sonda xwe ya qanûnî xwarin û bi dirûşmeya Leşkerê Mirovahiyê ku pabendbûna kadroya pişzikî bi dewama erka xwe ya mirovî heta di bin bombebaran û wêrankirina navendên dermankirinê de li dar xistin. Yûsif Ebûrêyş, cîgirê wezîrê tenduristiyê li Xezzeyê got: Ev koma doktoran ji dilê êş, di bin kavilî û bombebaranê de dersa xwe qetandin û wan bi destekî birîndar derman kirin û bi destê din rêya xwe ya zanistî berdewam kirin. Muhemed Ebû Selmiye, Rêveberê Nexweşxaneya şifayê li Xezzeyê got: Ev bidawîbûna dersê piştî du salan êrişên berdewam ser nexweşxane û kadroya dermankirinê ya Xezzeyê pêk hat û dagirkerên siyonîst nekarîn gelê Filistînê ji nav bibin. Ehmed Basil, berpirsekî Nexweşxaneya Ebdul Ezîz Rentîsî li Xezzeyê, jî got: Lidarxistina merasima kutayîhatina dersê li avahiyek wêranbûyî û di rewşeke herî dijwar de peyamek zelal heye û ew jî ew e ku filistînî rêya xwe ya zanistî û jiyana xwe didomînin. Hevdem çalakvan û rêxistinên mafên mirovan careke din daxwaza berdana Dr. Hisam Ebû Sefiye, pizîşkê ku ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatiye girtin, kirin.