Rejîma Sîyonîst êrişî awareyan kir; 10 kes li Xezzeyê hatin şehîdkirin u birîndarkirin
Çavkanîyên filistînî ragihandin ku di encama êrişa Rejîma Sîyonîst a bi topan ser dibistanekê da li rojhilata şarê Xezzeyê ku aware tê da bi cih bibûn u hevgavê dawetekê bû, herîkêm 6 kes hatin şehîdkirin u 4 kes jî hatin birîndarkirin.
Şehedan gotin ku hêzên dagirker ên sîyonîst şeva buhurî dibistaneke Taxa Tuffahê li rojhilata Xezzeyê dan ber gulleyan ku di encamê da 6 filistînî ji wan jinek hatin şehîdkirin u 4 kes jî hatin birîndarkirin ku rewşa 2 kesji wana giran e.Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (Hemas) jî wek berteka himber vê êrişê ragihand ku Rejîma Sîyonîst bi domandina êrişa enqest a ser welatîyan li Zîvala Xezzeyê, di zêde ji 2 mehên piştî ragihandina agirbesê da, zêde ji 400 kesî şehîd kirîye û ev yeka jî bi sûdwergiritna ji bêdengî û nekarabûna civaka cîhanî da didome. Hejmara şehîdên cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabûye 70 hezar u 669 kesî.