Hemas: Em tu dagirkeriyekê li Xezzeyê qebûl nakin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i357471-hemas_em_tu_dagirkeriyekê_li_xezzeyê_qebûl_nakin
Yek ji rêberên Hemasê got ku rola hêza navneteweyî li Xezzeyê divê were zelalkirin û em qebûl nakin ku ev hêz di çarçoveya bêçekkirina Bereya Berxwedanê de pêngavan rake.
(last modified 2025-12-13T11:11:28+00:00 )
Kanûn 13, 2025 14:40 Asia/Tehran
  • Hemas: Em tu dagirkeriyekê li Xezzeyê qebûl nakin

Yek ji rêberên Hemasê got ku rola hêza navneteweyî li Xezzeyê divê were zelalkirin û em qebûl nakin ku ev hêz di çarçoveya bêçekkirina Bereya Berxwedanê de pêngavan rake.

Mihemmed Nezal, yek ji rêvebirên Hemasê, bal kişand ser vê yekê ku derbasbûna nav qonaxa dudiyan a agirbesê ji ber astengiya ku Rejîma Siyonîst derdixe ne mimkin e û got ku divê rola hêza navneteweyî li Xezzeyê were zelalkirin û em ê qebûl nekin ku ev hêz ji bo bêçekkirina komên berxwedanê kar bike yan jî bibe hêzek dagirker a nû. Vî berpirsê payebilind ê Hemasê her wiha got ku Siyonîst binpêkirina agirbesê didomînin û rê li ber derbaskirina rêkûpêk a xwarin û dermanan jibo dabînkirina hewcetiyên xelkê Xezzeyê digirin. Dagirkeran her wiha deriyê Refehê ji her du aliyan ve girtine û pêşiya derbaskirina kon û amûrên sitargehan ji bo awareyan digirin.