Rapora NY li bara pêla nû ya şidet û kavilkirinê li Perrava Rojava: 1500 filistînî aware bûne
Mijdar 14, 2025 18:36 Asia/Tehran
NY di raporekî de ragihand: Ji serê sala 2025`an ve zêde ji 1500 filistînî li Perrava Rojava Çemê Urdinê ji ber kavilkirina malan ji aliyê leşkerên Siyonîst ve aware bûne.
NY di raporeka fermî de ragihand 30 filistînî ji wan 4 zarok di encama êrişên bajaroknişînên siyonîst ser Perrava Rojava de tenê di heftiyekî de birîndar bûn. Di vê raporê de hatiye: Wêneyên nû yên ji setelaytan, kavilbûn yan xisara li nêzî hezar û 460 avahiyan li kempên Cinîn, Nûr Şems û tûlkermê nîşan didin.
Anegorî rapora NY, tenê di yek rewşê de malbateke filistînî ya ji şeş kesan pêk dihat, li gundê Xirbet Ebû Felah ê Ramellahê ji ber ku xaniyê wan ji aliyê bajaroknişînên siyonîst ve hate şewitandin, aware bûn.