Mijdar 11, 2025 20:37 Asia/Tehran

Tevgerên Berxwedana Îslamî, Hemas û Cîhada îslamî ya Filistînê pejirandina seretayî ya qanûna darvekirina girtiyên flistînî şermezar kirin.

Tevgera Berxwedana Îslamî, Hemasê bi daxuyaniyekê pejirandina qanûna darvekirina girtiyên filistînî di rawêjkariya ewilî ya Knesseta Rejîma Siyonîst bi tundî şermezar kir û ew dewama siyasetên nijadperestane û cinayetkarane ên rejîmê da aznîn.Di daxuyaniya Hemasê  de hatiye : Pejirandina vê qanûna faşîstî û sadistî li ber çavê cîhanê nîşana israra rejîma dagirker ser binpêkirina eşkere ya qanûn û peymanên navneteweyî, bi taybetî qanûna mirovî ya navneteweyî û prensîbên mafên mirovan e. Hemasê her wiha bang li civaka navneteweyî, NY û hemî rêxistinên mafên mirovan kir ku bi tundî vê qanûna nijadperestane û xeternak şermezar bikin û boykotên rêgirane dijî Rejîma Siyonîst  bisepînin. Vê tevgerê her wiha banga pêknaîna komîteyên lêkolînê jibo serdana zindanên rejîma dagirker  û lêkolîna ser rewşa girtiyên filistînê kir.

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî di daxuyaniyekê de ragihand: Pêşnûmaqanûna darvekirina girtiyên fiilistînî berdewamkirina cinayetan û domandina jînosayd û ramalîna regezî ya sîstematîk e ku rejîm dijî gelê Filistînê dike.Vê qanûnê nîşan daye ku bingeha vê rejîmê li ser nijadperestî, zilm û îşkenceyê ye û selimand ku hemî dezgehên vê rejîmê amûrên cinayetkariyê ne ku ji bo îşkencekirina gelê me têne bikar anîn. Di daxûyaniya Cîhada îslamî hatiye ku em civaka navneteweyî, NY û hemî rêxistinên mafên mirovan, daxwaza tedbîrên cidî jibo kontrolkirina vê cinayetê û mehkemekirina wezîrên Rejîma Dagirker û endamên Knessetê li dadgehên navneteweyî bi tohmeta handana bo cinayetên cengê ne ku dengê xwe dan pejirandina vê cinayetê. 

Serepeyv